DOLAR
8,8188
EURO
10,3272
ALTIN
496,22
BIST
1.392
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
İstanbul
Sağanak Yağışlı
23°C
İstanbul
23°C
Sağanak Yağışlı
Çarşamba Sağanak Yağışlı
21°C
Perşembe Sağanak Yağışlı
22°C
Cuma Parçalı Bulutlu
21°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
22°C

Kürtçe Fıkralar

Kürtçe Fıkralar

Kürtçe eski ve özünden kopmamış bir dil olarak dikkat çekmektedir. Dil ve kültür öğelerinin birebir halen yaşam içinde etkin olması ona verilen değerin en büyük göstergesidir. Kürtçe zengin bir dildir. Binlerce hikaye, olay, şiir bu dilde yazılmıştır. Bunlar gibi Kürtçede çok sayıda fıkra da mevcuttur. Kürtçe meselok anlamına gelen fıkra Kürtlerin kültürüyle birebir ilişki içerisindedir. Sizler için Kürtçe en güzel fıkraları derledik.

Fatika Dînik

Xwazgîniyên Fatika Dînik çûbûn bûka xwe bibin, lê diya wê ne li mal bû. Gotin: Fatika delal, ma diya te li mal e? Fatikê got: Na, diya min ne li mal e, çûye bi cîranên me ra şer bike. Gotin: Ji bo çi ewê bi cîranan ra şer bike, Fatikê got: Cîran dibêjin min bi bîra wan da rîye, diya min jî dibêje na, bi bîrê da nerîye, li kêleka wê rîye û dûra bi nigê xwe totî bîrê kiriye. Ji bo vê jî diya min çû ser wan û nuha şer dikin.

Pişta Min:

Sê çar mêr li yekî dixin, hema li kura wî didin dibê ax piştamin ax piştamin.Zelam dibêjinê: heyran em li kurate didin tu dibêjî piştamin! Dibê raste waxta biştamin qehîmbuya we hemuyan limin nedixist.

Leyla û Mecnûn

Rojekê xulam tên ji Mîrê Helebê re dibêjin: Mîrê min, Xortek heye navê xwe Mecnûn e. Ji Leylayekê hezdike lê Leyla kî ye em nizanin. Mecnûn ji bo Leyla dîn bûye bi çol û çolistanê ketiye..” Mîr dibêje: Herin Mecnûn bibînin ji min re bînin ka wî xêre!” Xulam diçin li çol û çolistanê Mecnûn dibînin tînin ji Mîr re. Mecnûn çawa çav li Mîr dike dibê:Leylaaa..” direve Mîr hembêz dike.Mîr Mecnûn ji xwe dike û dibêje: Mecnûn te xêre tu ketiye şiklî ajalan, porê te wekî pirçên wehşan bûye. Xwedê tu mirov afirand, te jiyana heywanan dijî ji bo keçekê! Mecnûn dibê: Mîrê min tu nizanî Leyla çiqas xweşike bila tu bibînî tuyê bibêjî Mecnûn haydê em tev bikevin çolistanê”Mîr dibêje : xulamno herin Leyla bibînin bînin he ka Leyla keçeke çawa ye Mecnûn dîn kiriye!” Xulam Leylayê jî tînin ba mîr. Mîr mêzedike ku Leyla keçeke reşe,qute, qalinde, esas Xwedê tew mesref lê nekiriye. Mîr dibêje: law Mecnûn te ji vê hezkir? Tu ji bo vê qereçiyê dîn bûyî ? Kuro esas tew ferasetê te tunene!”Mecnûn dibêje: Mîrê min li ber çavê te Leyla reşe qute qalinde lê xwezî te bi çavên min lê mêzebikira…”Mîr dibêje: xulamno çavên Mecnûn derxînin têxin şûna çavên min ka ez îcar jî bi çavên Mecnûn lê mêzebikim” Mîr bi çavên Mecnûn çawa li Leyla mêzedike dibê: Mecnûn Leylaya te qereçiyeke kuro.

Ya Zîyaret:

   Du heb jinê mêriki hene. Îja mêrik diçe ser ziyaretê. Dia dike dibê: Ya zîyaret  înşelah heta ez herim malê jina min a mezin mirine. Û diçe malê mêze dike ku qîjîn, wajîn û dengê girînê tê. Dibê: Ev çî ye?  Gundî dibêjin: welle jina te ya biçûk mirîye. Mêrik baz dide diçe ser zîyaret û dibêje: Ya Zîyaret min ji te re got jina mezin, te çi a biçûk bir. Qey deng di qûnê ra tê te.

Şekir , Şêrîn bû; nefs kafir bû:

Go gundîya yek şand bajêr ko here ji wan ra şekira bistîne. Camêr çû şekir standin, lê vegerê da dilê wî çû şekira, hebo hebo avêt devê xwe heta gihîşte gund. Wextê gihîşte gund, mêze kir ku şekir nemane. Gotin, te çawa kir, kanên şekir? Camêr li hev çû hat û got, şekir Şêrîn bû; nefs kafir bû.

Ez hermet, tu hermet:

Rokê, pîrek û hirçek leqayî hev tên. Pîrê xwu ji rê nade alî, divê ez çi bikim, çi nekim, hema ji hirçê ra divê: Ez hermet, tu hermet rêya min û te tev ket. Tu bi rêya xwu va, ez bi rêya xwe ba. Hirç deng ji xwu nayne. Ew bi rêya xwu va diçe, pîrê bi rêya xwû va.

Zilika Pîvazê:

Du karkirên feqîr runiştibûn navroja xwe dixwarin. Navroja wan sawar bû. Yekî ji yê din ra got. Law Sîno, heger rojekê tu pir zengîn bibî tu yê navrojê çi bixwî ? Weleh ez ji zilika Pîvazê pir hez dikim ezê wê bixwim. Îcar Sîno ji hevalê re pirsî: Ya dema tu pir zengîn bû tu yê çi bixwî? Ma te ji min ra çi hişt? Li dinyayê tiştê herî xweş zilika pîvazê ye te ew jî xwar . . .

Bixwo Kurkê Min Bixwo

Rojekê Behlûl çûye dîwana Mîrê Kurd a li bajarê Amêdiyê. Sifreya xwarinê hertim di çaxê xwe de li Dîwana Mîrî dihate raxistin û her kesî dixwar. Lê kesî negotiye Behlûlî ku ew jî xwarin bixwe. Rojeke din Behlûl bedlek kincê maqûl li xwe kiriye, di ser de kurkek jî li xwe kiriye û çûye Dîwana Mîrê Amêdiyê. Dema civat çav pê ketiye, her kes ji ber ve rabûye û wî birine li jora dîwanê dane rûniştandin. Piştre dema ku sifreya xwarinê hatiye rastkirin, her kes dev pê kiriye û xwariye. Lê Behlûlî xwarin nexwariye. Jê re gotine: Çima naxwî ? Behlûl bi guşê kurkê xwe girtiye û biriye ser sifreya xwarinê, gotiye: Kurkê min de bixwo, de bixwo . . .

 

 

www.kürtler.com

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

error: Emek Hırsızı mısın!